Di nivîsa me ya dawî de, pêxember Daniyal got ku Mesîh dê ‘bê qutkirin’. Ev xuya bû ku bi pêxemberên din ên ku nivîsandine ku Mesîh dê hukum bike re nakok e. Lê em dikarin vê nakokiyê çareser bikin dema ku em fêm bikin ku pêxember li du hatinên cûda yên Mesîh dinihêrîn. Yek tê ku ‘bê qutkirin’ û yê din jî ku ‘hukum bike’. Bi gelemperî miletê Cihû ev yek ji bîr kir ji ber ku wan hemî nivîsarên pîroz nizanibûn. Ev divê ji bo me hişyariyek be ku em jî heman tiştî nakin.
Em gihîştin dawiya rêwîtiya xwe ya di nav Zabûrê re. Lê hinekî din heye ku em fêr bibin. Îşaya pêxember (li jêr di rêza demê de bibînin) pêxemberî kiribû

Derbarê Mesîhê ku dê bê de bi wêneya Şaxekê hatiye nivîsandin. Lê wî her wiha li ser kesekî ku dê bê û navê wî Xulam lê kiriye nivîsandiye. Wî beşek dirêj li ser vî Xulamê ku dê bê nivîsandiye. Ev ‘Xulam’ kî bû? Ew ê çi bikira? Em li vê beşê bi hûrgilî dinêrin. Ez wê li jêr bi tevahî û tam dubare dikim, ji bo ravekirinê çend şîroveyan lê zêde dikim.
Xulamê ku tê ji hêla Îşaya pêxember ve hatibû pêşbînîkirin
Xulam wê rabe û gelek miletan ‘birijîne’
Va ye, wê xulamê min bi ser bikeve.
Wê bê rakirin û bilindkirin, wê gelek berz be.
14 Çawa ku gelek kes ji bo wî şaş û metel man–
Çimkî dîtina wî ji ya mirovan
û dirûvê wî ji yê mirovan ewqas xera bû–
15 Wê gelek miletan şaş bike,
Wê padîşah devê xwe ji ber wî bigirin.
Çimkî wê ya ku ji wan re nehatiye gotin, bibînin
Û ya ku nebihîstine, fêm bikin.
Îşaya 52:13-15
Em dizanin ku ev Xulam wê mirovekî mêr be, ji ber ku Yeşaya jê re dibêje ‘wî’. Dema ku Harûn (AS) wê qurbaniya xwe ji bo Îsraîliyan bidaya, wî yê mirov bi xwînê paqij bikirina – û piştre gunehên wan wê bihatina nixumandin û ew ê nehatina hesibandin li ser wan. Dema pêxember Yeşaya dibêje Xulam wê ‘paqij bike’ qesta wî ew e ku bi heman awayî Xulam wê gunehên mirovan paqij bike çawa ku Harûn (AS) heman tişt ji bo Îsraîliyan kiribû dema ku wî qurbanî dan.
Ew ê were redkirin û nefretkirin
Lê Xulam wê ‘gelek neteweyan’ paqij bike. Yanî Xulam wê bi tenê ji bo Cihûyan neyê. Ev yek wehda ji bo Îbrahîm (AS) tîne bîra me dema ku Xwedê got (Nîşane 1 û Nîşane 3) ku ‘hemû netewe’ wê werin pîrozîkirin di ser zuriyeta wî re. Lê di vê paqijkirinê de ‘xuyang’ û ‘form’a Xulam wê ‘bêteşe’ û ‘xerakirî’ be. Digel ku ne zelal e bê Xulam wê çi bike ji bo ku bi vî awayî bêteşe bibe, rojekê netewe ‘wê fêm bikin’.
Kê baweriya xwe bi xebera me anî?
Zendê Xudan ji kê re xuya bû?
2 Ew li hizûra wî wekî şaxekî teze,
Wekî koka li axa ziwa mezin bû.
Ne bedewiya wî, ne jî rewnaqiya wî hebû
Ku em lê binêrin.
Di dîtina wî de tiştekî dilê me herê tunebû.
3 Ji aliyê mirovan ve
Ew hat kêmkirin û redkirin.
Mirovê êş û eleman bû,
Nexweşî nas kirin.
Wekî zilamê ku mirov rûyê xwe jê vedişêrin,
Ew hat kêmkirin.
Me qedir neda wî.
Îşaya 53:1-3
Ji ber hin sedeman, digel ku Xulam wê gelek neteweyan paqij bike, ew ê were ‘kêmkirin’ û ‘redkirin’, tijî ‘êş û eleman bibe’ û ‘nexweşiyan nas bike’.
Ew ê êşa me bigire
4 Bi rastî wî nexweşiyên me hildan,
Êş û elemên me hilgirtin.
Lê me hesab kir bela lê hatî,
Em fikirîn ku Xwedê lê xist û eziyet kir.
5 Lê ew ji ber neheqiyên me birîndar bû,
Ji ber sûcên me perçiqî.
Cezayê ji bo aştiya me,
Bi ser wî de hat.
Me bi birînên wî şifa dît.
Îşaya 53:4-5
Xulam wê êşên ‘me’ hilde. Her wiha ev Xulam wê were ‘qulkirin’ û ‘perçiqandin’ di ‘cezakirinê’ de. Ev cezakirin wê ji me re (ew kesên di nav gelek neteweyan de) ‘aştiyê’ bîne û me ‘baş bike’.
6 Me hemûyan wekî pêz riya xwe şaş kir,
Her yekî ji me ber bi riya xwe ve çû.
Lê Xudan sûcê me hemûyan xist stûyê wî.
Îşaya 53:6
Me di Nîşaneya Tîbûna me de dît bê çawa bi hêsanî em diçûn ‘sarincên xwe yên şikestî’ ji bo şikandina tîna xwe li şûna ku em berê xwe bidin Xwedê. Em ‘ji rê derketine’ her yek ji me ‘bi riya xwe de diçe’. Ev guneh (=xerabî) e.
Ew ê wek berxekê be
7 Tadayî û eziyet lê hat kirin,
Lê wî devê xwe venekir.
Wekî berxekî ku dibin serjêkirinê,
Wekî miya li ber hevringkirinê bêziman e,
Wî devê xwe venekir.
Îşaya 53:7
Pêxember Habil, Nûh, Îbrahîm, Mûsa û Harûn (AS) berx anîbûn ji bo ku were qurbanîkirin. Lê Xulam bi xwe wê wekî berxekî bihata ‘serjêkirin’. Lê ew ê li dijî wê yekê dernekeve û ‘devê xwe jî veneke’.
8 Ew bi xedarî hat dadbarkirin û birin, di nifşê wî de kî fikirî ku ji ber asîbûna gelê wî, ew hat lêxistin û ji warê zindiyan qutkirin.
Îşaya 53:8
Xulam hate ‘qutkirin’ ji ‘warê zindiyan’. Tiştê ku pêxember Danîel dixwest bibêje ev bû dema ku wî digot ‘Mesîh wê ‘were kuştin’? Heman gotin hatine bikaranîn! Ma wê çi wateya ‘hate qutkirin ji warê zindiyan’ hebe ji xeynî yek wê bimire?
Ew ê ji welatê zindiyan were ‘birrîn’
9 Tevî ku zordarî nekiriye
Û hîle ji devê wî derneketiye,
Gora wî li ba xeraban çêkirin,
Di mirina xwe de li ba dewlemendan bû.
Îşaya 53:9
Heke ‘gorek’ jê re hatibe çêkirin, nexwe divê ev Xulam miribe. Ew wekî zilamekî ‘xerab’ hate şermezarkirin û mir, tevî ku ‘wî zordarî nekiribû’ û ‘derew ji devê wî’ derneketibû.
Êşa wî daxwaza Xudan e
Lê Xweda ji perçiqandina wî razî bû, wî xwest ew were eziyetkirin. Ji ber ku gava canê wî bû pêşkêşiya berdêlê, wê ziriyeta xwe bibîne û rojên wî dirêj bibin. Wê armanca Xweda di destê wî de bi pêş ve here.
Îşaya 53:10
Ev mirina zalim ne qezayek yan jî bêşansiziyeke berbat bû. Ew bi awayekî zelal ‘daxwaza XWEDÊ’ bû ku ‘wî biperçiqîne’. Lê çima? Çawa ku qurbanîdana Harûn ‘pêşkêşiyeke ji bo guneh’ bû da ku kesê ku qurbaniyê dide ji gunehê xwe paqij bibe, li vir ‘jiyana’ vî Xulamî jî ‘pêşkêşiyeke ji bo gunehan’ bû. Ji bo gunehê kê? Heke em li ‘paqijkirina gelek neteweyan’ bifikirin (ya li jorê), nexwe ew ê gunehê mirovên di nav ‘gelek neteweyan’ de be.
Ew ê ronahiya jiyanê bibîne
Wê ji keda ruhê xwe ronahiyê bibîne, wê bi zanîna xwe têr bibe. Wê xulamê min ê rast, gelekan bi zanîna xwe rast bike, wê sûcên wan hilde ser xwe.
Îşaya 53:11
Digel ku kehaneta Xulam gelekî erjeng e, li vir rengê xwe diguherîne û gelekî xweşbîn û serfiraz dibe. Piştî wê ‘êş û elema’ erjeng (tê ‘qutkirin ji warê zindiyan’ û ‘gorek’ jê re tê çêkirin), ev Xulam wê ‘roniya jiyanê’ bibîne. Ew ê li jiyanê vegere?! Her wiha bi vê kirinê ev Xulam wê gelekan ‘rast bike’.
‘Rastkirin’ tê wateya dayîna ‘rastiyê’. Bila dayîna ‘Rastiyê’ ya di Qanûna Mûsa de were bîra we ku dema yekî bi ya HEMÛ fermanan dikir HER demê dihate dayîn. Lê ji pêxember Îbrahîm re (Nîşane 2) ‘rastî’ hatibû dayîn. Ji ber pêbaweriya wî rastî ji wî re hatibû dayîn. Bi heman awayî vî Xulamî jî rastî ji ‘gelekan’ re anî. Ma rastî ne tiştekî wisa ye ku em hemû wê dixwazin û pêwîstiya me pê heye.
Ew ê di nav mezinan de be
Lewma ez ê bi mezinan re parekê bidim wî, wê talên bi hêzdaran re parî bike. Ji ber ku wî canê xwe da ber mirinê. Bi asiyan re hat hejmartin. Lê wî gunehê gelekan hilgirt û ji bo wan asiyan lava kir.
Îşaya 53:12
Ev Xulam wê di nav ‘mezinan’ de be, ji ber ku wî bi dilxwazî jiyana xwe ji dest da ‘canê xwe da ber mirinê’. Her wiha ew wek yekî ku bi ‘asiyan’ re hate hejmartin û wekî ‘gunehkarekî’ mir. Ji ber ku Xulam ev yek kir, ew dikare ji bo ‘gunehkaran’ ‘navbeynkariyê’ bike. Navbeynkar ew kes e ku di navbera du aliyan de navçîniyê dike. Du aliyên li vir divê ‘gelek mirov’ û ‘XWEDA’ bin. Ev ‘xulam’ têra xwe biqîmet e ku navbeynkariyê yan jî ricakeriyê dike li ser navê me ji Xwedê bi xwe!
Kî ye ev Xulam? Çawa ev qas tişt dikarin bibin? Ew ê bikaribe li ser navê ‘gelek kesên’ ji ‘neteweyên’ cuda ricakeriyê bike ji Xweda bi xwe? Em ê Zebûrê biqedînin bi lênêrîna li kehaneta dawî û piştre em ê Încîl vekin.