Skip to content

Pêşgotin

(Lûqa 24:49)

1Têyofîlosê hêja,

min li ser hemû tiştên ku Îsa ji destpêkê ve 2û heta roja ku ber bi ezmanan ve hat hilkişandin, kir û hîn kir, di kitêba pêşî de nivîsî. Berî hilkişandina xwe, wî bi Ruhê Pîroz emir dan Şandiyên ku bijartine. 3Piştî ku cefa kişand, wî bi gelek delîlan xwe sax nîşanî Şandiyan da, di nav çil rojan de li wan xuya bû û li ser Padîşahiya Xwedê peyivî.

4Gava ku Îsa bi wan re bû, wî tembîh li şagirtan kir ku ji Orşelîmê dernekevin, lê li hêviya soza Bav bin. Wî got: «We ev soz ji min bihîstiye. 5Yûhenna bi avê imad kir, lê piştî çend rojan hûnê bi Ruhê Pîroz imad bibin.»

Îsa Hildikişe Ezmanan

(Marqos 16:19-20;Lûqa 24:50-53)

6Îcar gava ku ew hatin ba hev, wan ji Îsa pirsî: «Ya Xudan, ma tê di vê demê de padîşahiyê bi şûn de bidî Îsraêl?» 7Îsa li wan vegerand û got: «Ev ne karê we ye ku hûn wan wext û demên ku Bav bi hukumdariya xwe biryar dide, bizanin. 8Lê gava ku Ruhê Pîroz bê ser we, hûnê hêzê bistînin û li Orşelîmê, li tevahiya Cihûstanê, li Sameryayê û heta bi kujê dinyayê yê herî dûr bibin şahidên min.» 9Çaxê wî ev tişt gotin, hê wan lê dinêrî, ew bi ezmên ve hat hilkişandin û ewrekî ew ji ber çavê wan stand. 10Gava Îsa diçû û wan zîq li ezmên dinêrî, ji nişkê ve du mirovên cilspî li ba wan rawestan. 11Wan got: «Celîlîno, çima hûn li vir radiwestin û li ezmên dinêrin? Ev Îsayê ku ji nav we ber bi ezmên ve hat hilkişandin, çawa we dît ku ew hilkişiya ezmên, wisa jî wê vegere.»