Ev malperekî der barê Încîlê – Pirtûka Pîroz de ye. Lê ev ne malberekî der barê Xiristiyaniyê de ye. Ev cudahî girîng e.
Çawa ku min rave kir di Der Darê Min de, tiştê ku jiyana min guherandiye û bala min dikişîne Încîl e ku ji aliyê Pêxemberan ve hatiye aşkerakirin. Xiristiyaniyê tu carî bandor li ser min nekiriye bi heman awayî û tu carî bala min nekişandiye bi qasî Încîlê. Ji ber ku ez bi tenê dikarim li ser tiştê ku bandor li min kiriye binivîsim, ez vî malperî bi Încîla (Tewrat & Zebûr – Pirtûka Pîroz) ku pêxemberan aşkera kiriye bi sînor dikim. Gelek malper hene, hin baş in û hin ew qasî ne baş in, ku Xiristiyaniyê nîqaş dikin û heke ew bi taybetî bala we dikişîne, ez pêşniyarî we dikim ku hûn di googlê de li peyva ‘Xiristiyanî’yê bigerin û wan girêdanan bişopînin.
Îcar cudahiya di navbera her duyan de çi ye? Dibe ku hûn bibêjin ew dişibe cudahiya di navbera Erebekî û Misilmanekî de. Piraniya Rojavayiyan dibêjin qey her du heman tişt in. Wekî mînak dibêjin qey hemû Ereb Misilman in û hemû Misilman jî Ereb in. Helbet di navbera her duyan de hevparî û hevbandoriyên mezin hene. Çand û kevneşopiyên Ereban bandoreke mezin girtine ji Îslamê û ji ber ku Pêxember Mihemed (AS) û hevalên wî Ereb in, helbet rast e ku alema Ereban Îslam derxistiye holê û ew xwedî kiriye. Ji ber vê yekê Quran bi piranî bi Erebî tê xwendin û fêmkirin. Lê belê gelek Misilmanên ku ne Ereb in û gelek Erebên ku ne Misilman in jî hene. Helbet wan bandor li ser hev kiriye û hevpariyên wan hene – lê her du ne heman tişt in.
Her wiha Încîl û Xiristiyanî jî wisa ye. Gelek tişt hene wekî bawerî û pratîk di Xiristiyaniyê de ku ne beşek ji Încîlê ne. Wekî mînak pîrozbahiyên gelekî navdar ên wekî Cejna Hêkesorkê û Cejna Noelê hene. Dibe ku ew pîrozbahiyên herî navdar bin ku Xiristiyaniyê temsîl dikin. Ew pîrozbahî ji bo bibîranina jidayîkbûn û mirina pêxember Îsa Mesîh (AS) tên kirin, ji ber ku ew pêxemberê navendî ye di Încîlê de. Lê belê di tu devera peyama Încîlê de yan jî Pirtûkên pîroz de em tu referans an jî fermanên (yan jî tiştên) ku behsa van pîrozbahiyan dikin nabînin. Kêfa min ji van pîrozbahiyan re tê – her wiha kêfa gelek hevalên min ên ku tu eleqeya wan bi Încîl re nîn e jî. A rast mezhebên Xiristiyaniyê yên cuda di rojên cuda yên salê de van cejnan pîroz dikin. Wekî mînakeke din, Încîl dibêje ku Îsa Mesîh (AS) dema ku silav dida şagirtên xwe, wî ji wan re digot ‘Silamet li ser we be (yanî Selamûn aleykum), lê belê Xiristiyan îro vê silavdayînê bi kar nayînin.
Wê êvara roja pêşî ya heftiyê, gava şagirt ji tirsa Cihûyan di pişt deriyên girtî de civiyabûn, Îsa hat, di nav wan de sekinî û ji wan re got: “Silamet li ser we be.”
Yûhenna 20:19
Her wiha digel van pîrozbahiyan, gelek tiştên wekî dêr, wêne (û peykerên li dêran) çi baş çi xerab hene ku piştî aşkerakirina Încîlê derketine holê û bûne parçeyekî Xiristiyaniyê.
Digel ku di navbera her duyan de hevbandorî heye – ew ne heman tişt in. A rast di tevahiya Pirtûka Pîroz de peyva ‘Xiristiyan’ bi tenê sê caran derbas dibe û cara pêşî dema ku ew xuya dike nîşan dide ku pûtperestên wê demê ew peyv ji bo binavkirina şagirtên Îsa Mesîh îcat kirine.
û gava wî ew dît, ew anî Entakyayê. Saleke sax ew bi hev re tevî civîna bawermendan diciviyan û gelek mirov hîn dikirin û cara pêşî li Entakyayê ji şagirtan re gotin: “Xirîstiyan”.
Karên Şandiyan 12: 26
Gelê Entakyayê, wê demê, bi gelek xwedayan diperizîn û dema ku şagirtên Îsa hîndariyên wî dişopandin, ji wan re “Xiristiyan” dihate gotin ji aliyê vî gelî ve. Têgih û konseptên di Tewrat, Zebûr û Încîlê (Pirtûka Pîroz) de yên ku ji bo pênasekirina Încîlê dihatin bikaranîn ‘Rê’ û ‘Riya Rast’ bûn; her wiha ji yên ku Încîl dişopînin re dibêjin ‘Bawermend’, ‘Şagirt’, ‘Şopînerên Rê’, ‘Yên ku teslîmî rastiya Xwedê bûne’.
Ez bawer dikim ku divê her kes derfetê bibîne ji bo fêmkirina Încîlê. Di navbera Încîl û Îslamê de dîrokeke gelekî hevpar û gelek bingeh hene, sedema piraniya nelihevkirinan ji ber xeletfêmkirinê ye. Ji ber vê yekê min û hevalên xwe ev malper çêkir. Înşeleh Xweda wê alîkariya bawermendan bike ji bo ku her tiştê ku Pêxemberan gotine baştir fêm bikin û ew ê bi berdewamî jiyanan biguherînin bi bêdengî lê bi awayekî xurt bi awayê ku Îsa Mesîh (AS) berî demeke pir dirêj der barê hêza Riya Xurt de hîn kiribû.
Ji ber ku em dizanin ku Încîl ji aliyê Pêxember Îsa Mesîh (AS) ve hatiye anîn û ew ên ku ji Xwedê ditirsin divê her tiştê ku pêxemberan gotine fêm bikin, em nîqaşên li ser Xiristiyaniyê ji deverên din û mirovên din re dihêlin. Încîl heq dike ku we were fêmkirin bêyî teşqeleyên Xiristiyaniyê. Ez dibêjim qey wekî min ew ê têra xwe ji we re jî balkêş û xweş were li ser vê bingehê.