Skip to content

Ji bo şefê muzîkê

Zebûra Dawid

1Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez berdam?

Çima tu dûr î,

Ji rizgarkirina min, ji nalînên gotina min?

2Ey Xwedayê min, ez bi roj gazî te dikim, tu nadî bersîva min,

Û bi şevan, nîne tu rihetiya min.

3Herçî tu yî, tu pîroz î.

Li ser textê pesindana Îsraêl î.

4Bi te ewle bûn bav û kalên me.

Xwe spartin te, te ew azad kirin.

5Bi lavakirina te rizgar bûn,

Bi te ewle bûn, şermî nebûn.

6Ez ne mirov im, kurmê axê me.

Milet min biçûk dibîne, rûreşê xelqê me.

7Tinazan bi min dike kesê ku min dibîne,

Dibişire, serê xwe dihejîne û dibêje:

8«Xwe spartiye Xudan, ka bila wî azad ke,

Madem Xudan jê hez dike, bila wî xelas ke!»

9Tu yî, yê ku ez deranîm ji malzaroka dê,

Te ez parastim li ber pêsîra dê.

10Ji bûyinê ve ez hatime spartin li te,

Hê ji malzarokê ve, Xwedayê min tu yî.

11Ji min dûr nekeve, çimkî nêzik e tengahî

Nîne kesê ku bike alîkarî.

12Boxeyan dor pêçane li min,

Boxeyên Başan ên hêç, dor girtine li min.

13Wek şêrê ku bi humîn perçe dike nêçîra xwe,

Vekirine li min devê xwe.

14Ez hatim rêtin wek avê,

Hemû hestiyên min derketin ji movikan,

Dilê min wek şimayê, dihele di hundirê min de.

15Wek perçê qafikê, ziwa bû hêza min,

Zeliqî ziman, bi ezmanê devê min;

Te ez danîm ser axa mirinê.

16Dora min pêça kuçikan,

Hawirdor girtin xeraban,

Dest û lingên min qul kirin.

17Dikarim bijmêrim hemû hestiyên xwe,

Çavê xwe zoq kirine, li min dinêrin.

18Li hev par dikin kincên min,

Pişk davêjin li ser lîbasê min.

19Belê tu ya Xudan, dûr nemîne;

Ey hêza min, zû alîkariyê bi min bigîhîne!

20Tu canê min ji şûr,

Canê min ji pença kuçikê azad ke!

21Tu min ji devê şêr xelas ke,

Erê, te ji qiloçên boxê kûvî,

Bersîva min da!

22Ezê navê te ji birayên xwe re bêjim,

Li nav civatê pesnê te bêjim.

23Ey hûn, yên ji Xudan ditirsin, jê re şûkûr bikin!

Ey hûn, hemû nîjada Aqûb, wî berz bikin!

Ey hûn, hemû nîjada Îsraêl, jê bitirsin!

24Çimkî wî, derdê yê ketî kêm nedît û dil jê neqeliqî,

Berê xwe lê nezivart;

Gava ku lê kir hawar, ew bihîst.

25Di civata mezin de şikirkirina min ji te re ye,

Li pêş yên ku ji te ditirsin, ezê sozên xwe bînim cih.

26Wê yên feqîr bixwin û têr bibin,

Yên li Xudan digerin wê pesnê wî bidin.

Bila dilê me her û her bijî!

27Wê çar aliyên dinê bibîr bîne û vegere Xudan,

Û hemû milet wê li pêş te herin ser çokan.

28Çimkî padîşahî ya Xudan e,

Karê wî serweriya hemû miletan e.

29Wê hemû dewlemendên dinê têr bibin,

Û li ber wî herin ser çokan.

Hemû yên ku diçin axê,

Û yên ku nikarin ji mirina xwe re bibin asteng,

Wê li pêş wî herin ser çokan.

30Nifşên bê, wê ji wî re bikin evdî,

Wê Xudan, ji nifşên pêş re bê gotin.

31Ewê bên,

Kirin û edaleta wî,

Ji gelê ku hê çênebûye re bêjin.