Skip to content


Pirsa li ser Desthilatiya Îsa

(Marqos 11:27-33;Lûqa 20:1-8)

23Îsa ketibû Perestgehê û hîn dikir, hingê serekên kahînan û rihspiyên gel hatin ba wî û jê pirsîn: «Tu bi kîjan desthilatiyê van tiştan dikî? Û kê ev desthilatî daye te?» 24Îsa li wan vegerand û got: «Ez jî, ezê pirsekê ji we bikim. Eger hûn bersîva min bidin, ezê ji we re bêjim ka ez bi kîjan desthilatiyê van tiştan dikim: 25Imadkirina Yûhenna ji ku derê bû? Ma ew ji ezmên bû an ji mirovan?» Ew di nav xwe de şêwirîn û gotin: «Eger em bêjin: ‹Ji ezmên e›, hingê ewê bêje: ‹Nexwe we çima ji wî bawer nekir?› 26Lê eger em bêjin: ‹Ji mirovan e›, em ji xelkê ditirsin, çimkî hemû Yûhenna pêxember dihesibînin.» 27Wan bersîv da Îsa û gotin: «Em nizanin.» Hingê wî ji wan re got: «Ez jî ji we re nabêjim ku ez van tiştan bi çi desthilatiyê dikim.»

Mesela Du Kuran

28«Hûn çi difikirin? Du kurên mirovekî hebûn. Ew çû ba yê pêşî û jê re got: ‹Lawo, tu here, îro di nav rêz de bixebite.› 29Wî got: ‹Ez naçim›, lê paşê poşman bû û çû. 30Îcar bav çû ba kurê xwe yê din û eynî tişt jê re got. Wî jî bersîv da û got: ‹Baş e, ezê herim, bavo›, lê ew neçû. 31Ji herduyan kîjanî bi daxwaza bavê xwe kir?» Wan bersîv da û got: «Yê pêşî.»

Îsa ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, bacgir û fahîşe jî wê beriya we bikevin Padîşahiya Xwedê. 32Çimkî Yûhenna hat ku riya rast nîşanî we bide û we ji wî bawer nekir, lê bacgir û fahîşeyan jê bawer kir. Piştî ku we ev dît jî hûn poşman nebûn ku ji wî bawer bikin.

Mesela Rezvanan

(Marqos 12:1-12;Lûqa 20:9-19)

33«Guhdariya meseleyeke din bikin: Malxwêyekî malê hebû ku rez danî. Wî hawirdora wî sênc kir, li navê mahserek kola û birca nobedaran çêkir. Piştre wî rez bi kirê da rezvanan û çû welatekî din. 34Gava ku dema rezçinînê nêzîk bû, wî xulamên xwe şandin ba rezvanan, da ku berê wî bicivînin. 35Rezvanan xulamên wî girtin, li yekî xistin, yek kuştin û yê din jî dane ber keviran. 36Îcar wî mirovî ji cara pêşî bêtir xulam şandin. Rezvanan eynî tişt anîn serê wan jî. 37Li dawiyê ew rabû û kurê xwe şand û got: ‹Ewê siyaneta kurê min bigirin.› 38Lê gava ku rezvanan kur dît, ji hevdû re gotin: ‹Ev wêris e! Werin, em wî bikujin û bibin xwediyê mîrasa wî.› 39Wan ew girt, avêtin derveyî rêz û kuştin. 40Îcar gava ku xwediyê rêz bê, ewê çi bi van rezvanan bike?» 41Wan jî lê vegerand û gotin: «Ewê wan mirovên xerab bi awayekî xerab bikuje û rêz bide hinekên wisa ku di dema rezçinînê de berê wî bidinê.» 42Îsa ji wan re got: «Ma we qet di Nivîsarên Pîroz de ev nexwendiye:

‹Ew kevirê ku hostayan red kir,

Bû kevirê serê rikin.

Ev ji aliyê Xudan ve çêbû,

Û ev li ber çavê me karekî ecêb e!› »

43«Ji bo vê yekê ez ji we re dibêjim, Padîşahiya Xwedê wê ji we bê standin û ji miletekî wisa re bê dayîn, ku berê wî bigihîne. 44Yê ku bi ser vî kevirî de bikeve, wê bibe perçe perçe û ev kevir bi ser kê de bikeve, wê wî hûrhûr bike.» 45Gava ku serekên kahînan û Fêrisiyan ev mesele bihîst, wan fêm kir ku ew li ser wan dibêje. 46Wan xwest ku Îsa bigirin, lê ji elaletê tirsiyan, çimkî wan ew pêxember didît.


Mesela Dawetê

(Lûqa 14:15-24)

1Îsa careke din bi meselan ji wan re peyivî û got: 2«Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Padîşahekî ji bo kurê xwe dawet amade kir. 3Wî xizmetkarên xwe şandin ba wan ên ku ji bo dawetê hatine vexwendin, lê wan nexwest ku bên. 4Piştre wî hin xizmetkarên din şandin û got: ‹Ji yên vexwendî re bêjin: Min şîva xwe amade kiriye; conega û dewarên min ên dermale hatine şerjêkirin û hemû tişt amade ye. Kerem bikin, werin dawetê.› 5Lê wan qet bala xwe nedayê, lêxistin û çûn. Yek çû zeviya xwe, yê din çû bazirganiya xwe. 6Yên mayî jî xizmetkarên wî girtin, riswa kirin û ew kuştin. 7Padîşah hêrs bû. Wî leşkerên xwe şandin, ev mêrkujên ha kuştin û bajarê wan şewitand. 8Hingê wî ji xizmetkarên xwe re got: ‹Dawet amade ye, lê yên vexwendî ne hêja bûn. 9De herin serê kuçeyan û hûn kê bibînin, gazî dawetê bikin.› 10Hingê xizmetkar derketin kuçeyan, qenc û xerab, her kesên ku dîtin civandin û eywana dîlanê bi vexwendiyan tije bû.

11«Lê gava ku padîşah çû hundir da ku vexwendiyan bibîne, mirovek dît ku cilên dawetê li xwe nekiribû. 12Hingê wî jê pirsî û got: ‹Heval, bê cilên dawetê ma çawa tu ketî vir?› Zimanê wî negeriya. 13Li ser vê yekê padîşah ji xizmetkaran re got: ‹Dest û lingên wî girêdin û wî bavêjin derve, nav tariyê. Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.›

14«Çimkî yên ku hatine gazîkirin pirr in, lê yên ku hatine hilbijartin hindik in.»

Pirsa Bacdayînê

(Marqos 12:13-17;Lûqa 20:20-26)

15Hingê Fêrisî derketin û bi hev şêwirîn, ka ewê çawa Îsa bi peyva wî bixin xefikê. 16Wan şagirtên xwe û alîgirên Hêrodês şandin ba wî û gotin: «Mamoste, em dizanin ku tu mirovekî rast î û tu riya Xwedê bi rastî hîn dikî. Tu cihêtiyê naxî nav mirovan, çimkî tu li rûyê mirovan nanêrî. 17Îcar ji me re bêje ka tu çawa dibînî? Ma dibe ku em bacê bidin Qeyser an na?»

18Ji ber ku Îsa bi niyetxerabiya wan dizanibû, got: «Hey durûno! Çima hûn min diceribînin? 19Ka perê bacê nîşanî min bidin!» Wan zîvek ji wî re anî 20û wî ji wan pirsî: «Ev resm û nivîsîn ên kê ne?» 21Wan got: «Yên Qeyser in.» Hingê Îsa ji wan re got: «Nexwe tiştên Qeyser bidin Qeyser û tiştên Xwedê bidin Xwedê.» 22Gava ku wan ev bihîst, şaş man, dev ji wî berdan û çûn.

Pirsa Rabûna Miriyan

(Marqos 12:18-27;Lûqa 20:27-40)

23Eynî rojê Sadûqiyên ku digotin vejîna miriyan tune, hatin ba Îsa 24û jê pirsîn: «Mamoste, Mûsa got: ‹Eger yekî ku zarokên wî nebin bimire, divê birayê wî jina wî bîne û dûndanê ji birayê xwe re rake.› 25Îcar li ba me heft bira hebûn. Yê pêşî jin anî û mir. Ji ber ku zarokên wî çênebûn, jina xwe ji birayê xwe re hişt. 26Eynî tişt hat serê yê dido û yê sisiyan jî, heta bi yê heftan, hemû mirin. 27Piştî hemûyan jin jî mir. 28Îcar Roja Vejînê, ji her heftan ew jin wê bibe ya kê? Çimkî hemûyan ew anîbû!»

29Îsa li wan vegerand û got: «Hûn şaş dibin, ji ber ku hûn Nivîsarên Pîroz û hêza Xwedê nizanin. 30Piştî Roja Vejînê ew ne jinê tînin û ne jî mêr dikin; çimkî wê bibin wek milyaketên ezmên. 31Ma we nexwendiye ku li ser vejîna miriyan Xwedê ji we re çi dibêje? 32‹Ez Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb im.› Ew ne Xwedayê miriyan, lê Xwedayê zindiyan e.»

33Gava ku elaletê ev yek bihîst li hînkirina wî gelek şaş ma.

Emrê Herî Mezin

(Marqos 12:28-34;Lûqa 10:25-28)

34Gava Fêrisiyan bihîst ku Îsa devê Sadûqiyan girtiye, li hev civiyan. 35Ji nav wan yekî Şerîetzan ew ceriband û pirsî: 36«Mamoste, di Şerîetê de emrê herî mezin kîjan e?» 37Îsa lê vegerand û got: «‹Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hişê xwe hez bike.› 38Emrê pêşî û mezin ev e. 39Yê diduyan jî wek vî ye: ‹Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.› 40Hemû Şerîet û pêxember li ser bingeha van herdu emran in.»

Mesîh Kurê Kê Ye?

(Marqos 12:35-37;Lûqa 20:41-44)

41Gava ku Fêrisî li hev civiyabûn Îsa ji wan pirsî: 42«Hûn li ser Mesîh çi difikirin? Ew kurê kê ye?» Wan lê vegerand û gotin: «Ew kurê Dawid e.» 43Îsa ji wan re got: «Nexwe çawa Dawid bi saya Ruh navê Xudan hildide û dibêje:

44‹Xudan ji Xudanê min re got:

Li milê min ê rastê rûne

Heta ku ez dijminên te bikim bin lingên te.›

45«Eger Dawid ji wî re dibêje ‹Xudan›, çawa ew dibe kurê wî?» 46 Îcar tu kesî nikaribû peyvekê bersîva wî bide. Û ji wê rojê pê ve tu kesî newêribû ku tiştekî jê bipirse.

Durûtiya Fêrisî û Şerîetzanan

(Marqos 12:38-40;Lûqa 11:37-52;20:45-47)

1Hingê Îsa ji elaletê û ji şagirtên xwe re got: 2«Şerîetzan û Fêrisî li ser kursiyê Mûsa rûdinin. 3Loma her tiştê ku ji we re dibêjin, bikin û bînin cih. Lê li gor kirinên wan nekin, çimkî ew dibêjin û nakin; 4barên giran û hilgirtina wan zehmet girêdidin û datînin ser pişta mirovan, lê ew bi xwe naxwazin ji bo rakirina wan baran tiliya xwe jî bilebitînin.

5«Hemû tiştên ku dikin ji bo dîtina mirovan e. Bazbendên xwe pehn dikin û rêşiyên kirasên xwe dirêj dikin. 6Di ziyafetan de ji cihên jorîn, li kinîştan jî ji kursiyên pêşî hez dikin. 7Hez dikin ku di sûkan de silav li wan bê kirin û ji aliyê xelkê ve jî bi awayê ‹ya mamoste› bên gazîkirin. 8Lê bila ji we re nebêjin ‹mamoste›, çimkî Mamosteyê we yek e û hûn hemû bira ne. 9Û li ser rûyê erdê ji tu kesî re nebêjin ‹Bavo›, çimkî Bavê we yek e, Bavê ezmanî ye. 10Ne jî bila kes ji we re bêje ‹rêber›, çimkî Rêberê we yek e, Mesîh e. 11Di nav we de yê herî mezin bila bibe xizmetkarê we. 12Çimkî kî xwe bilind bike, wê nizim bibe û kî xwe nizim bike, ewê bilind bibe.

13-14«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn Padîşahiya Ezmanan li ber mirovan digirin. Hûn bi xwe nakevinê û ne jî hûn dihêlin ên ku dixwazin bikevinê, derbas bibin.

15«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn derya û bejê li hev didin, da ku hûn yekî bînin ser baweriya xwe, lê gava ku we ew anî jî hûn du caran ji xwe bêtir wî dikin kurê dojehê.

16«Wey li we hûn rêberên kor! Hûn dibêjin: ‹Eger yek bi Perestgehê sond bixwe, ne tiştek e, lê eger yek bi zêrê Perestgehê sond bixwe, divê ew sonda xwe bîne cih.› 17Hey bêhişên kor! Kîjan mezintir e? Zêr an Perestgeha ku zêr pîroz dike? 18Dîsa hûn dibêjin: ‹Eger yek bi gorîgehê sond bixwe tiştek nabe, lê eger ew bi diyariya li ser gorîgehê sond bixwe, divê ew sonda xwe bîne cih.› 19Hey korno! Kîjan mezintir e? Diyarî, an gorîgeha ku diyariyê pîroz dike? 20Loma yê ku bi gorîgehê sond bixwe, hem bi wê û hem jî bi hemûyên ku li ser wê ne sond dixwe. 21Û yê ku bi Perestgehê sond bixwe, hem bi wê û hem jî bi yê ku di nav wê de ye sond dixwe. 22Îcar yê ku bi ezmên sond bixwe, ew hem bi textê Xwedê û hem jî bi yê ku li ser rûdine sond dixwe.

23«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hey hûn durûno! Hûn dehyeka pûng, rizyan û kîmyona xwe didin, lê hûn tiştên Şerîetê yên hê girîngtir, dadperwerî, rehm û baweriyê dihêlin. Diviya ku we ev bikirana û dev ji yên din jî bernedana. 24Hey rêberên kor! Hûn pêşûyê dipalînin, lê devê dadiqurtînin.

25«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn derveyî tas û sêniyan dişon, lê hundirê wan ji tiştên talankirî û çavbirçîtiyê tije ye. 26Hey Fêrisiyê kor! Pêşî hundirê tas û sêniyan bişo, wê derveyê wan jî paqij bibe.

27«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hey hûn durûno! Hûn wek gorên spîkirî ne, ku ji derve xweşik xuya dibin, lê hundirê wan tije hestiyên miriyan û hemû tiştên qirêjî ne. 28Bi vî awayî hûn jî ji derve wek ên rast li mirovan xuya dibin, lê ji hundir ve hûn tije durûtî û neheqî ne.

29«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hey durûno! Hûn gorên pêxemberan ava dikin û qubên mirovên rast dixemilînin. 30Û hûn dibêjin: ‹Eger em di dema bav û kalên xwe de bijiyana, meyê bi wan re xwîna pêxemberan nerijanda.› 31Bi vî awayî hûn li hember xwe şahidiyê dikin ku hûn kurên wan in ên ku pêxember kuştine. 32De hûn jî rabin, çapa xerabiya bav û kalên xwe tije bikin!

33«Hey marno! Hûn nifşên koremaran! Hûnê ji cezayê dojehê çawa birevin? 34Ji ber vê yekê, va ye, ez ji we re pêxember, mirovên şehreza û mamosteyan dişînim. Hûnê hinekan ji van bikujin û xaç bikin û yên din jî li kinîştên xwe bidin ber qamçiyan û ji bajarekî biteriqînin bajarê din. 35Bi vî awayî hemû xwîna bêsûc a ku li ser rûyê erdê hatiye rijandin, wê bikeve stûyê we: Ji xwîna Habîlê rast heta bi xwîna Zekeryayê Kurê Berexya yê ku we di navbera Perestgeh û gorîgehê de kuşt. 36Bi rastî ez ji we re dibêjim, ev tiştên ha hemû wê bên ser vî nifşî.

Îsa li ser Orşelîmê Dilorîne

(Lûqa 13:34-35)

37«Wax Orşelîm, heywax Orşelîma ku pêxemberan dikuje û yên ku ji wê re hatine şandin dide ber keviran. Ka çawa mirîşk çîçikên xwe di bin çengên xwe de dicivîne, çend caran min jî xwest ku ez zarokên te bicivînim, lê we nexwest. 38Va ye, mala we wê li we wêran û vala bimîne. 39Çimkî ez ji we re dibêjim, êdî careke din hûn min nabînin, heta ku hûn bêjin: ‹Yê ku bi navê Xudan tê pîroz be!› »